Di dîrokê de, tevgerên azadîxwaz û şoreşgerî bi qasî ku bûne afirandina bingeha azadiyê, ewqas jî bûne sedema îzolebûn û tenêtiya takekesî. Dema hevgirtineke xurt û domdar di nav tevgerê de çênebûbe, ev tevger bi giştî ji têkçûnê re derî vedike. Şervan, welatparêz û dilsozên wê bi fedakariyeke mezin - carinan bi buhayê jiyan, kesayet û hemû hebûna xwe ya madî-manewî -bûne hilgirên îdeala veguherîna civakî û xewna pêşerojeke azad.
Lê di serdema şerê cîhana nûjen de, ev çanda fedakariyê bi awayekî pergalî hatiye hilweşandin. Polîtîkayên endazyariya civakî yên sermayedariyê civakê mecbûrî pergalê dikin, têkiliyên mirovî qels dikin û kevirên bingehîn ên hevgirtin û piştgiriyê dihejînin.
Encama herî kûr û wêrankirî a vê hejandinê krîza tenêtiyê ye; ew tenêtiyeke siyasî û civakî ye ku mirovên bi salan bi dil û can fedakarî kirine, di dawiyê de bi tenê, bêpişt û bêderfet dihêle. Ji ber vê yekê divê ne tenê em li ser azadiyê biaxivin, lê di heman demê de li ser avakirina hevgirtinê, têkiliyên mayinde û parastina rihê civakî bixebitin. Bêyî wê hevgirtinê, her fedakarî dikare bibe qurbana tenêtiyê.
Kokên talankirina aborî û civakî-siyasî
Polîtîkayên pergalê ne tenê bi çewisandina siyasî bi sînor dimînin; bêîstiqrariya aborî jî wekî amûreke sereke ya kontrola civakê bi kar tîne.
Koçberkirina neçar a mirovan ber bi navendên bajarên mezin ji bo debara jiyanê, tevgerên azadîxwaz – yên ku bi bîrdozî li dijî vê nîzamê ne – ji hundir ve tê dorpêçkirin û lawazkirin. Malbatên welatparêz û dilsoz ên bi dahatên kêm û xweser, piştî fedakariyên bi salan, niha li hember hebûna vê buhabûna jiyanî nikarin li ber xwe bidin. Fedakarî ji “şertekî têkoşînê” vediguherîne luksek ku kêm kes bi berdewamî bikaribe bidomîne.
Ev dubendiya aborî mirovan dixe nav du hilbijartinên trawmatîk; an dev ji têkoşînê berdidin, an jî ji bo ku bikaribin bijîn, neçar dimînin nirxên xwe yên bingehîn binpê bikin û bi pergalê re “li hev bikin.”
Tevgerên siyasî jî nikarin berxwedaneke civakî ya bi bandor li dijî vê hilweşîna makro-aborî organîze bikin. Di navbera vê dubendiyê de gelek kes bilind dibin difirin û gelek kes jî nizm dibin dikevin. Di encamê de derî ji cihêbûn, rant û oportunîzmê re vedibe; hin kes bi milk, şîrket û postên aborî bi pergalê re wiha dibin yek. Hin kesên din jî di halê xwe de jar û perîşan li cihê xwe dimînin. Pergal jî wiha hemû kanalên rewa yên opozîsyona aborî digire dest xwe û aktoran di qada bêçaretiyê de asê dihêle.
Civak li gor tebeqeyan wiha hate parçekirin, têkiliyên hevgirtinê qut û lawaz kir ku endamên herî dilsoz di navbera îdealîzm û hewcedariya jiyanî de da pelçiqandin. Ev ne tenê krîzeke aborî ye, dibe krîzeke exlaqî û siyasî ya kûr ku bingeha hîmê têkoşîna di nava xetereya man û nemanê de radest bigire.
Hilweşîna Malbatan û Zewacên Bêserûber
Di vê pêvajoyê de zirara herî kûr û paşneveger li ser malbatan û zewacên bêserûber e.
Zêdebûna hevberdanê, hilweşîna malbatan, xwekuştin û qetilkirinên nav civakê, hemû encama şikestina girêdanên civakî ne. Êdî dirûşim nema cihê xwe digire. Ev ne têkçûna çend malbatan e, ew lawazbûneke mezin a bawerî û hêza civakê ye ku ji kokê ve tê hejandin.
Malbatên li ser bingeha welatparêzî û îdealê hatine avakirin, niha li hember zexta aborî ya domdar, rîskên siyasî û nebûna piştgiriya psîko-sosyal nikarin li ber xwe bidin. Mirov bi tena serê xwe dimînin û neçar dimînin deriyên nû vekin ku tê de tijî xetere û valahî be jî, karibe bijî. Gava hewldanên li hundir têrê nake, rêyên xeternak û bêîstîqrar wiha têne hilbijartin.
Ev krîza aborî, di rastiyê de krîzeke exlaqî û siyasî ya kûr e. Her ku nasnameya civakî ya tevgerî lawaz dibe, fedakarî ji “erkek neteweyî” vediguherîne “hilbijartineke şaş” an “xewneke pûç”. Tenêtî, bêhêvîtî û bêwatebûn zêde dibe. Tenêtiyê mirovan ji qadên ewle dûr dixe û li hember polîtîkayên asîmîlasyonê bêparastin dihêle. Ev hilweşîna takekesî, têkbirina bingeha civakî ye ku tevgera siyasî lê disekine, lê nikare tev bilive.
Eger em nikaribin malbatên xwe, zewacên xwe, têkiliya jin û mêr, keç û xortan û girêdanên mirovî biparêzin, em ê di têkoşîna ji bo welat de ku didin jî nikaribin bi serkevin. Malbat ne tenê cihê jiyanî ye, ew bingeha berxwedanê bi xwe ye.
Pêşeroja civakê bi tedbîrên lezgîn û strukturel ve girêdayî ye ku vê pêvajoya perçebûnê bisekinîne. Divê fonên hevgirtinê yên kolektîf û mekanîzmayên piştgiriya psîko-sosyal ava bibe, bi taybetî ji bo malbatên bi zarok, da ku piştgiriyeke berdewam, berbiçav û gihîştî peyda bike. Barê madî û manewî yê fedakariyê divê li ser milên kesan tenê neyê hiştin; torên baweriyê û sazûmanên hevgirtinê bêne amadekirin.
Li dijî aboriya ji rantê peyda bûye, ne tenê bi awayekî siyasî, lê bi modelên aborî yên alternatîf û avahiyên komînal divê bê sekinandin. Dema wexta wê bê, ev avahî wê bibin mertalên parastinê ku mirovan ji mekanîzmayên kontrola aborî ya pergalê dûr bixe.
Ji ber ku ev têkoşîn bi rihê fedakariyê hatiye hûnandin û mezinkirin, bi qandî zextên li derve, ji ber birînên navxweyî yên nedîtbar û qêrînên bêdeng ên hatine îzolekirin, dikeve ber xetera tunebûnê. Bo wê divê pêkhateyên civakî vê xisara civakî ya ku di vê pêvajoyê de xwe daye der, paşguh neke û li hember raweste.
Wekî gotina dawî, divê fedakarî nebe tenêtî.